Keştiya ku 68 koçber tê de bûn binav bû
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Deryaya Egeyê keştiyeke koçberan ku tê de 68 kes hebûn binav bû.
Li avtenga Kafîreyê ya Deryaya Egeyê, ji ber bahoz û rewşa xirab a hewayê, keştiyek ku tê de 68 koçber hebûn binav bû.
Li gor zanyariyan, heta niha tenê 9 koçber rizgar bûne û çarenivîsa 59 koçberan jî ne diyar e. Tîmên rizgarkirinê hewl dîtina koçberên windayî didin.
Ji aliyê xwe ve, medyaya Yûnanîstanî ragihand, ew keştiya koçberan ji bajarê Îzmîrê bi rê ketiye û tê de koçberên Îranî, Efxanî Misirî hebûne.