Mesrûr Barzanî: PDK tevgereke rizgarîxwaz a Kurdistanê ye
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) tevgereke rizgarîxwaz a Kurdistanê ye û sîwana berfireh a hemû Kurdistanê ye.
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) tevgereke rizgarîxwaz a Kurdistanê ye û sîwana berfireh a hemû Kurdistanê ye û ji hemû ol û netewan di nav PDKê de hene.
Îro Sêşemê 1ê Mijdara 2022yan, li bajarê Hewlêrê di Dîdara MERI de Serokwezîr Mesrûr Barzanî behsa kongreya 14an a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir û tekezî li ser wê yekê kir ku hinek bingeh hene di nav PDKê de naguherin, ji wan rêbaza pîroz a Barzanî ye.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir, PDK tenê partiya navçeyeke diyarkirî yan çîneke diyarkirî nîne, PDK tevgereke rizgarîxwaz a Kurdistanê ye, sîwana wê berfireh e û ji hemû Kurdistanê û hemû ol û neteweyan di nava PDKê de hene.
Li ser sazkirina kongreya PDKê, Mesrûr Barzanî eşkere kir, PDK ji ber dîroka xwe, herî zêde wê kongre saz kirine û sedema paşxistina kongreya herî dawî jî, şerê DAIŞ û bûyerên piştî referandumê ye.
Mesrûr Barzanî tekez kir: “Hinek bingeh hene ku di nav PDKê de naguherin û wek xwe berdewam dibin, wek rêbaza pîroz a Barzanî.”
Herwiha destnîşan kir, PDK wek aliyekî sereke ji bo pêşxistina demokrasî û avakirin û berevanîkirina ax û niştiman berdewam dibe.
Biryar e roja 3yê Mijdara 2022yan, Kongreya 14an a Partiya Demokrat a Kurdistanê bi beşdariya zêdetirî 800 endaman, li bajarê Duhokê dest bi karên xwe bike.