Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê dixwaze kêşeyên ligel Iraqê li gor destûrê çareser bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî panela Dîdara MERI bû û di axaftina xwe de diyar kir, em vê hikûmeta Iraqê weke yek ji derfetên me yên herî dawî dibînin ji bo çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê.

Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî panela Dîdara MERI bû û di axaftina xwe de diyar kir, em vê hikûmeta Iraqê weke yek ji derfetên me yên herî dawî dibînin ji bo çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê.

Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Piştî salekê ji paşketina pêkanîna hikûmeta Iraqê, ku ez bawer im pêngaveke girîng bû, rewşeke nû hatiye pêş, Herêma Kurdistanê jî dixwaze gelek bi cidî alîkariya Serokwezîrê nû yê Iraqê û kabîneya wî bike, çimkî eger Iraq seqamgîr be, Herêma Kurdistanê jî seqamgîr dibe, eger rewşa Iraqê têk biçe, li Herêma Kurdistanê jî rewş têk diçe.”

Herwiha li ser kêşeyên di navbera YNKê û PDKê de got: “Ez ewqasî ne reşbîn im ku bibêjim pirsgirêkên di navbera YNK û PDKê de çareser nabin lê ya girîng çawa em li hev dinêrin, divê her du alî li xeletiyên xwe mikur bên û bigihin têgihîştineke hevbeş.”

Nêçîrvan Barzanî derbarê nekirina hilbijartinên Parlamentoyê Kurdistanê di dema xwe de jî diyar kir, wî hewl daye ku hilbijartin di dema xwe de were encamdan, lê partiyên siyasî li ser tiştên gelek bêwate negihîştine encamekê û amaje bi wê yekê da ku ne bi dilê serokatiya parlamentoyê jî bû dema hilbijartinan were dirêjkirin û hêvî kir ku ji bo hilbijartinên pêşerojê “destûreke me hebe”.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî behsa hewlên Hêzên Hevpeymanan ji bo yekkirina Pêşmerge jî kir û got, “Hêzên Hevpeymanan li Herêma Kurdistanê gelek alîkar in ji bo yekkirina Pêşmerge û proseyê jî ku ber bi pêş ve çûye lê hîn bi dawî nebûye û nabe em van gavan biçûk binirxînin.”

Nêçîrvan Barzanî daxwaz kir ku pirsa Kurdên Êzidî wek karteke siyasî neyê bikaranîn û got, “Êzidiyan gelek êş kişandine û bi awayekî rêk û pêk guh nehatiye dayîn bo wan” û daxwaz kir ku Rêkeftina Şingalê bi awayê heyî were cîbicîkirin û got, “Divê hêzên ku ti eleqeya wan bi Şingalê re nîne ji wir derkevin.”

Barzanî li ser rewşa ewlehiyê ya Iraqê di berdewamiya axaftina xwe de got, “Eger rewşa ewlehiyê li Iraqê xirab bibe, Herêma Kurdistanê jî dê têk biçe” û anî ziman, “Hêvîdar im Iraq û Herêma Kurdistanê ders ji paşerojê werbigirin.”

Nêçîrvan Barzanî her wiha anî ziman, “Mam Celal û Serok Barzanî ji bo vê Iraqê çi ji destê wan hat, kirin” û got, “Aramiya Iraqê girêdayî Herêma Kurdistanê ye, eger Herêma Kurdistanê di warê siyasî de aram be, ev destkeft û serkeftin e ji bo Bexdayê.”

Barzanî di beşeke din a axaftina xwe de got, “Nabe Bexda, Herêma Kurdistanê biçûk binirxîne. Ji bo Bexdayê baştir e ku pirsgirêkên Herêma Kurdistanê çareser bike, Hewlêr daxwaz dike ku kêşe li gorî destûrê bên çareserkirin.”

Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku ji sala 2004an û vir ve her hikûmetek li Iraqê hatibe avakirin, “Di navbera me de ti metneke nivîskî tunebû lê niha cara yekem peymanek heye û hatiye îmzekirin.”