Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê kuştina leşkerekî xwe ragihand
Li sînorên Herêma Kurdistanê ku artêşa Tirkiyê li dijî PKKê operasyona Pence-Kilît birêve dibe, leşkerekî Tirkiyê hat kuştin.
Navenda Nûçeyan (K24) - Li sînorên Herêma Kurdistanê ku artêşa Tirkiyê li dijî PKKê operasyona Pence-Kilît birêve dibe, leşkerekî Tirkiyê hat kuştin.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê roja Înê 4ê Mijdara 2022an li ser hesabê xwe yê Twitterê kuştina leşkerekî xwe li navçeya operasyona Pence-Kilît di nav axa Herêma Kurdistanê de ragihand.
Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê, duh roja Pêncşemê 3ê Mijdarê di encama êrîşeke PKKê de li devera operasyonê, leşkerekî wan ê bi navê “Lokman Akçaglayan” canê xwe ji dest daye.