Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê derbarê doza 'operasyona xendekan' de biryar da
Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê (AYM) di dosyeya qedexeyên derketina derve de yên sala 2015an ên li navçeya Cizîrê ser bi parêzgeha Şirnex a Bakurê Kurdistanê biryar da ku mafê jiyanê nehatiye binpêkirin.
Navenda Nûçeyan (K24) - Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê (AYM) di dosyeya qedexeyên derketina derve de yên sala 2015an ên li navçeya Cizîrê ser bi parêzgeha Şirnex a Bakurê Kurdistanê biryar da ku mafê jiyanê nehatiye binpêkirin.
Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdanên şexsî ku bi sedema “binpêkirina mafê jiyanê” derbarê bûyerên di dema qedexeya derketina derve de li navçeya Cizîrê ser bi parêzgeha Şirnexê hatibûn kirin, red kir û biryar da ku mafê jiyanê nehatiye binpêkirin.
Dadgehê ji bo biryara xwe hejmarek hincet nivîsandine û di hincetekê de dibêje: “Li gor 17emîn madeya Destûra Bingehîn di rewşên pêwîst de bikaranîna çek û kuştina kesekî guncaw e û li gor hiqûqê ye. Ev destwerdana dewletê li ser mafê jiyana wan kesan, xwe dispêre yasayê û nabe wek sûc bê qebûlkirin.”
Qedexeya derketina derve ya li navçeyên Silopî û Cizîrê yên Şirnexê di 14ê Kanûna 2015an de destpê kiribû û ew qedexe li Cizîrê di 2ê Adara 2016an de bi dawî bûbû.