PDKê derbarê postê Sekreterê Polîtburoyê de biryarek der kir

Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, di Kongreya 14an a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de biryar hat dayîn ku postê Sekreterê Polîtburoyê nemîne û polîtburoya nû, çar îdareyên wê hebin.

Hewlêr (K24) – Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, di Kongreya 14an a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de biryar hat dayîn ku postê Sekreterê Polîtburoyê nemîne û polîtburoya nû, çar îdareyên wê hebin.

Her li gor zanyariyan, di Kongreya 14an a PDKê de biryar hat dayîn ku li şûna Sekreterê Polîtburoyê, Berpirsê Desteya Îdareyê hebe.

Ev yek jî li kongreyê hat pêşkêşkirin ku 15 heta 17 endamên polîtburoyê ji nav Komîteya Navendî werin hilbijartin û pênc ji wan dibin Desteya Îdareyê û yek ji wan bibe Berpirsê Desteyê.

Li kongreyê hat diyarkirin ku encûmena parêzgehan dê bibin ofîsa rêxistina parêzgehan.

Fly Erbil Advertisment