Ciwanekî Kurd li Îranê rastî êrîşeke bi kêran hat
Navenda Nûçeyan (K24) – Ciwanekî Kurd ê Başûrê Kurdistanê ku xwendekarê fakulteya pizîşkiya giştî ya zanîngeha Şapûr a Îranê ye, rastî êrişekê hat û bi giranî birîndar bû.
Beşar Fayiq Bergareyî ku xelkê qezaya Berdereş ê Herêma Kurdistanê û xwendekarê sala duyem a fakulteya Bijîşkî ya zanîngeha Şapûr a bajarê Ehwazê yê Îranê ye, şeva rastî êrîşeke bi kêran ji aliyê çend kesan ve tê û bi giranî birîndar dikin û niha di bin çavdêriya bijîşkî de ye.
Mihemed Mazûrî ku hevalê Beşar Fayiq e û niha li nexweşxaneyê bi wî re ye ji K24ê re ragihand, şeva borî Beşar ji bo kirîna hin pêdiviyên rojane çûbû bazarê, çend kesan riya wî girtin û telefona wî û pere ji wî xwastin, lê wî qebûl nekir, lewma wan bi kêran êrişî wî kirin û bi giranî birîndar kirin.
Mihemed Mazûrî diyar kir, Beşar Fayiq niha di bin çavdêriya bijîşkiyê de ye û heta niha 3 neştergerî ji wî re hatiye kirin. Da zanîn jî: “Rewşa wî ne cîgir e.”
Her wiha got jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin û soza şopandina vê bûyerê daye. Got jî: “Bav û apê Beşar pêwendî bi me re kirine û di demek nêzîk de dê bên nexweşxaneyê.”