Bi amadebûna Serok Barzanî îro encamên kongreya PDKê tên ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî, îro 6ê Mijdara 2022an encamên hilbijartina edamên Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê tên ragihandin.
Duhî di roja sêyem a Kongreya 14emîn a PDKê li Duhokê de, bi beşdariya 1056 endamên kongreyê, proseya dengdanê ji bo hilbijartina Komîteya Navendî ya PDKê hat kirin û 129 namzedan li ser wergirtina 41 kursiyan ketin hevrikiyê.
Proseya cudakirin û hejmartina dengan heta niha berdewam e û biryar e encamên dengdanê îro piştî nîvro bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî bêne ragihandin.
Pêştir jî endamê Kongreya PDKê Mehmûd Mihemed ji K24ê re gotibû, 41 endamên Komîteya Navendî ya PDKê ji aliyê kongreyê ve dê werin hilbijartin û 10 endamên din jî rasterast bûbûn endamên wê komîteyê.
Got jî: Fazil Mîranî, Mehmûd Mihemed, Ezedîn Berwarî, Ebdulmuheymin Barzanî, Azad Berwarî, Kemal Kerkûkî, Hoşyar Zêbarî, Fuad Husên, Zeîm Elî û Arif Teyfûr bi piştevaniya Serok Barzanî bûn endamên Komîteya Navendî.
Roja 3ê Mijdara 2022an, 14emîn Kongreya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li bajarê Duhokê bi beşdariya zêdetir ji 1000 endamî dest pê kir.