Mihemed Hacî Mehmûd bo Serok Barzanî: Hilbijartina we pêwîstiyeke dîrokî ya vê qonaxê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd peyameke pîrozbahiyê arasteyî Serok Mesûd Barzanî kir û tê de got: “Hilbijartina cenabê we, pêwîstiyeke dîrokî ya vê qonaxê ye ji bo Partiya Demokrat a Kurdistanê bi taybetî û gelê Kurdistanê bi giştî.”
Mihemed Hacî Mehmûd di peyama xwe de got: “Bi boneya serkeftina kongreya 14emîn û hilbijartina cenabê we Serokê Partiya Demokrat, pîrozbahiya germ li cenabê we û hemû endamên Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê dikim. Hilbijartina cenabê we, pêwîstiyeke dîrokî ya vê qonaxê ye ji bo Partiya Demokrat a Kurdistanê bi taybetî û gelê Kurdistanê bi giştî.
Her wiha got: “Siyaseta we ya hekîmane, derfeteke zêrîn e ji bo yekxistina navmala Kurdî, bihêzkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û yekdengiya Kurd li Iraqê, navçeyê û cîhanê. Dîroka Partiya Demokrat a Kurdistanê û qurbanîdana we, belgeyek e ji bo gihandina têkoşîna rewa ya milletê me û bidestanîna serxwebûnê ye ku xewna gelê Kurdistanê ye.”
Sekreterê Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê dibêje: “Cihê şanaziyê ye bi hewl û hîmeta we û dilsoz û xemxwarên Kurdistanê, gelê Kurd di heyama serokatiya cenabê we de, bû xwediyê destkefteke dîrokî wek referandumê ku cihê serbilindiya hemû aliyan e. Bi wê hêviyê ne, tevahiya biryar û rasperdeyên kongreyê bi heman siyaseta cenabê we û Partiya Demokrat a Kurdistanê ku di xizmeta qewareya siyasî ya Herêma Kurdistanê de ye.
Mihemed Hacî Mehmûd got jî: “Di vê boneyê de, tekeziyê li yekrêziya hêzên siyasî û xelkê Kurdistanê dikin ku ew jî pêwîstiya wê bi hîmeta cenabê we heye.