Li Qamişlo otomobîlek teqiya.. Birîndar hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Qamişlo bombeyek bi otomobîlekê de teqiya, li gorî agahiyên destpêkê 2 kes birîndar bûne.

Jêderekî xwecihî ji K24ê re ragihand, li bajarê Qamişlo li ser rêya Hîzama Başûr bombeyek bi otomobîleke de teqiya.

Li gorî zanyariyên wî jêderî, di encama teqînê de 2 kes birîndar bûne.

Diyar kir jî, hêzên asayişê gihîştin cihê teqînê û dorpêç kirin û dest bi lêkolînan kirin.

Qamişlo