Arteşa Tirkiyê li Şirnexê dest bi operasyoneke nû kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Arteşa Tirkiyê li çiyayê Cûdî yê Şirnexê li dijî gerîlayên PKKê dest bi operasyoneke nû kir.
Arteşa Tirkiyê dirêjiyê dide operaysonên xwe yên Payîzê yên li dijî gerîlayên PKKê û piştî Dêrsim, Colemêrg, Diyarbekir û Çêwlikê vê carê jî li Şirnexê dest bi operasyoneke nû kir.
Li gor ragihandina Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, Arteşa Tirkiyê li çiyayê Cûdî dest bi operasyoneke nû kir û 615 leşker di vê operasyonê de beşdar dibin.
Wezreta Navaxwe diyar dike, di roja yekemîn a operaysonê de 11 stargeh û 10 şikeftên ku ji aliyê gerîlayên PKKê ve dihat bikaranîn, hatine jinavbirin û hêzên leşkerî dest danîne ser hejmareke mezin a çek û teqemeniyan.