Li Hewlêrê welatiyeke Tirkiyê bi tometa dizîna 280 hezar Dolar hat desteserkirin

Polîsê Parêzgeha Hewlêrê ragihand, jineke welatiya Tirkiyê bi tometa dizîna 280 hezar Dolar hat desteserkirin.

Hewlêr (K24) – Polîsê Parêzgeha Hewlêrê ragihand, jineke welatiya Tirkiyê bi tometa dizîna 280 hezar Dolar hat desteserkirin.

Îro 7ê Mijdara 2022yan, Polîsê Parêzgeha Hewlêrê di daxuyaniyekê de ragihand: “Beşa Polîsê Nehiştina Tawanan, ofîsa rojhilat, li taxa Befrîn Sîtî jineke bi navê H.M.M bi tometa xiyaneta emanet û xapandinê, (dizîna 280 hezar Dolar) desteser kir.”

Tometbar welatiya Tirkiyê ye û ji aliyê binkeyên polîs ên Hedyab û Xaneqa ve, li gor madeyên 453 û 459 a yasaya sizadanê, daxwazkirî bû, dosyeya lêkolînê hatiye amadekirin û radestî dadgehê hatiye kirin.