Li qiraxên Egeyê 150 koçberan hatin desteserkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li qiraxên deryaya Egeyê di 24 demjimêrên dawî de, zêdetir ji 150 koçberan hatin desteserkirin.
Hêzên ewlekariya deryayî yên Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê eşkere kir, li deryaya Egeyê li qiraxên bajarê Îzmîrê 75 koçberên ku dixwestin bi belemeke lastîkî derbasî Ewropayê bibin hatine desteserkirin.
Herqwiha li peravên Muglayê jî 137 koçberên ku dixwestin derbasî Ewropayê bibin ji aliyê hêzên ewlekariya deryayî yên Tirkiyê ve hatine desteserkirin.