Mesrûr Barzanî budceyek ji bo projeyên avê yên Silêmaniyê terxan kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî biryar da, ji bo projeyên avê yên parêzgeha Silêmaniyê 741 milyon Dînar were terxankirin.
Hewlêr (K24) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî biryar da, ji bo projeyên avê yên parêzgeha Silêmaniyê 741 milyon Dînar were terxankirin.
Îro Pêncşemê 10ê Mijdara 2022yan, Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî rizamendî li ser terxankirina 741 milyon Dînar ji bo projeyên avê yên li parêzgeha Silêmaniyê nîşan da.
Fermangeha Medya û Zanyarî eşkere kir: “Di çarçoveya karnameya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û dabînkirina xizmetguzariyan bo welatiyên Herêma Kurdistanê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê rizamendî da li ser terxankirina vê budceyê, bi mebesta dabînkirina madeyên paqijkirina ava vexwarinê û projeyên av û bîrên ser bi Rêveberiya Ava Parêzgeha Silêmaniyê bo sala 2022yan.”
Herwiha hatiye destnîşankirin ku ew pere li ser budceya Rêveberiya Ava Silêmaniyê tê xerckirin.