Şêx Himêdî El Hadî Cerba di 86 saliya xwe de koça dawî kir

Serokê Eşîra Şemer a Ereb a li Sûriyê, li nexweşxaneyeke bajarê Hewlêrê, ji ber nexweşiyê, di temenê xwe yê 86 salî de koça dawî kir.

Hewlêr (K24) – Serokê Eşîra Şemer a Ereb a li Sûriyê, li nexweşxaneyeke bajarê Hewlêrê, ji ber nexweşiyê, di temenê xwe yê 86 salî de koça dawî kir.

Îro Pêncşemê 10ê Mijdara 2022yan, Serokê Eşîra Şemer a li Sûriyê Şêx Hemîd Deham El Hadî Cerba li nexweşxaneyeke Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê koça dawî kir.

Kurê wî, Manî Himêdî El Hadî ji K24ê re ragihand, bavê wî li nexweşxaneyeke bajarê Hewlêrê koça dawî kiriye û sibe Înê, di deriyê sînorî yê Pêşxabûr re, termê wî dê bo Sûriyê were veguhestin û li gundê Til Elo ku cihê jidayîkbûna wî ye, were veşartin.

Şêx Himêdî Deham El Hadî Cerba di sala 1936an de li gundê Til Elo ya li nahiya Tirbespiyê ya li parêzgeha Hesekê jidayîk bûye û yek ji serokeşîrên navçeyê ye û hevpeymanê Rêveberiya Xweser bû.

Di sala 2014an de wek Hakimê Herêma Cezîreyê hat hilbijartin û hêzeke serbazî ava kir ku zêdetirî 3 hezar çekdar li xwe digre û beşek bû ji Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û kurê wî Bender Himêdî Cerba serperiştiya wê hêzê dike.

Şêx Himêdî Deham El Hadî Cerba yek ji wan kesayetiyên diyar ên navçeya Hesekê bû ku rola wî ya mezin di parastina biratiya navbera Kurd û Ereban de hebû, herwiha tekezî li ser bingeha hevbeşî û pêkvejiyana navbera hemû netewe, ol û kêmnetewan dikir.