Dema yekem civîna Komîteya Navendî ya PDKê hat eşkerekirin
Roja Şemiya bê, Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yekemîn civîna xwe dê encam bide.

Hewlêr (K24) – Roja Şemiya bê, Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yekemîn civîna xwe dê encam bide.
Îro Pêncşemê 10ê Mijdara 2022yan, Endamê Komîteya Navendî ya PDKê Şaxewan Ebdullah di bernameya Basî Roj a Kurdistan24ê de eşkere kir, roja Şemiyê 12ê Mijdara 2022yan, Komîteya Navendî ya PDKê yekemîn civîna xwe bi serokatiya Serok Barzanî dê encam bide.
Li gor peyrew û programa Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), di civîna Komîteya Navendî ya PDKê de piştî kongreyê, endamên polîtburoyê têne hilbijartin, ku hejmara wan 15 heta 17 endam in.
Roja 3ê Mijdara 2022an, 14emîn Kongreya PDKê li bajarê Duhokê bi beşdariya zêdetir ji 1000 endamî dest pê kir û roja 6ê Mijdarê jî bi merasîmekê ku tê de encamên hilbijartina endamên Komîta Navendî hatin ragihandin û bi gotarekê ji aliyê Serok Barzanî ve bi dawî bû.
Di roja yekem a kongreyê de bi yekdengiya endamên kongreyê, Serok Mesûd Barzanî wek Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hat hilbijartin.
Herwiha her yek ji Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî, ji aliyê endamên kongreyê ve, wek cîgirên Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hatin hilbijartin.
Di roja duyem a kongreyê de peyrew û programa Partiya Demokrat a Kurdistanê hat pesendkirin, ku çend guhertin di organên partî û xebatên wê de hatin kirin.
Roja 6ê Mîjdara 2022yan, encama hilbijartina endamên Komîteya Navendî ya PDKê hat ragihandin û karên Kongreya 14emîn bi dawî bû.