Du firokeyê Şerê Cîhanê yê Duyem li asmên li hev dikevin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Dallas ê Amerîkayê, du firokeyên ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn di pêşangehekê asmanî de li hev ketin û ketin xwarê.

Desteya Firokvaniya Federal a Amerîkî duhî Şemiyê ragihand, firokeya Boeing B-17 Flying Fortress û firokeya şer a Bell B63 King Kobra li hev qelibîn û ketibûn xwarê.

Vîdyoyên ku li medyaya civakî belav bûne, tê de dema ku her du firoke li asman li hev dikevin, bilez dikevin xwarê û dibe sedema derketina agirekî mezin diyar dibin.

Desteyê agahiyên zêdetir derbarê hejmara kesên ku di her du firokeyan de bûn û rewşa wan a tenduristiyê de nedan.

Li gorî CNN, Desteya Agirkujiyê ya Dallas got: “Bûyer derdora demjimêr 13:30 piştî nîvro çêbû û zêdetirî 40 yekîneyên rizgarkirinê yên agirkuj gihîştin cihê bûyerê.