Îran baregehên Komeleya Zehmetkêşan li Silêmaniyê bombebaran dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Îranê bi riya dronan baregehên Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê li gundê Zirgiwêz ê li parêzgeha Silêmaniyê bombebaran dike.
Jêderekî ji Zirgiwêzê ji K24ê re ragihand, 3 firokeyên bêfirokevan êrişî baregehên Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê kirin, lê ti ziyanên canî çênebûn, ji ber ku ew baregeh beriya niha hatibûn valakirin.
Ev êrîşa ser baregeha Komelaya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê hevdem e bi êrîşa li ser baregeha Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Koyê.
Rêveberê nexweşxaneya Koyê Şêrwan Celal ji K24ê re ragihand, hejmarek şehîd û birîndar gihîştine nexweşxaneyê.