Almanyayê êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kir
Almanya êrîşên Supaya Pasdaran a Îranê li ser navçeyên Herêma Kurdistanê şermezar dike û ji Tehranê daxwaz dike rêzê li yekparçebûna ax û serweriya Iraqê bigre.

Hewlêr (K24) – Almanya êrîşên Supaya Pasdaran a Îranê li ser navçeyên Herêma Kurdistanê şermezar dike û ji Tehranê daxwaz dike rêzê li yekparçebûna ax û serweriya Iraqê bigre.
Îro Duşemê 14ê Mijdara 2022yan, Konsulxaneya Almanya ya li Hewlêrê êrîşên Îranê yên ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê şermezar kir û daxwaz jî kir ku demildest ew êrîş werin rawestandin.
Konsulxaneta Almanya ya li Hewlêrê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Em êrîşa dubare ya mûşejkî û firokeyên bêfirokevan ên Îranê li ser Herêma Kurdistanê şermezar dikin. Em ji Îranê daxwaz dikin, rêzê li yekparçebûna ax û serweriya Iraqê bigre, divê êrîş demildest werin rawestandin.”
Îro danê sibê 14ê Mijdarê baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Koye û baregehên Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê li gundê Zirgiwêz ê Silêmaniyê rastî êrîşan hatin. Li gorî zanyariyan heta niha 2 kes şehîd bûne û 8 kesên din jî birîndar bûne.