Serokê Endonezyayê lûtkeya G20 vedike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Endonezyayê Joko Widodo îro Sêşemê lûtkeya G20 li girava Balî ya Endonezyayê vekir û tekezî li ser bidawîkirina aloziya li Ukrayna û dûrketina şerekî cîhanî yê din kir.

G-20 ku di sala 1999-an de hatiye damezrandin, forumek cîhanî ye 19 welatan ligel Yekîtiya Ewropayê li hev dicivîne, armanc ew e ku li ser siyasetên girêdayî xurtkirina aramiya darayî ya navneteweyî nîqaş bikin.

Tê çaverêkirin ku serkirdeyên rojavayî di vê lûtkeyê de zextê ji bo şermezarkirina şerê Rûsyayê li ser Ukraynayê bikin, lê ji ber hebûna Rûsyayê di komê de, ne pêkan e ku lihevkirinek li ser vê yekê pêk were.

Şanda Rûsî bi serokatiya Wezîrê Derve Sergey Lavrov e, medyaya Erebî gotibû, Putîn dê ji temaşevanan nemîne, û eger heye bi online beşdar bibe.

Aboriya welatên G20 ku di sala 2009an de şûna Koma Heştan girt, ji % 90 ji hilberîna giştî ya cîhanê û % 80 ya bazirganiya cîhanê temsîl dike.

Ev lûtke di demekê de tê, qeyrana aborî li piraniya welatên vê komê heye, ji ber ku Amerîka û Ewropa ji ber krîza enerjiyê û bertekên neyînî yên vîrusa Korona, tûşî rêjeyên bêmînak ên enflasyonê bûne.

Tiştê ku aborî ya cîhanî zêde aloz kir, şerê li dijî Ukraynayê bû ku civînên wezîrên darayî û derve yên G20 ên di Tîrmeha borî de hatibûn lidarxistin, têk da.

Tirsa piraniya welatan heye ku ev lûtke bê daxuyaniya dawî yan jî wêneyeke beşdarên komê bi dawî bibe, weke çawa di dawiya civînên wezîrên derve yên welatên girûpê de rû dabû, ligel egera negihîtina bi lihevkirinan li ser mijarên sereke yên rojava lûtkeyê.