Serokomarê Iraqê bi serdanekê gihîşt Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd bi serdanekê gihîşt Hewlêrê û li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve pêşwazî lê hate kirin.

Biryar e Serokomarê Iraqê di vê serdanê de ligel Serok Barzanî bicive û rewşa siyasî ya Iraqê de gotûbêj bikin.

Peyamnêrê K24ê li Hewlêrê da zanîn, Serokomarê Iraqê dê ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî bicive û gotûbêjan derbarê pêwendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de bikin.

Her wiha biryar e jî Letîf Reşîd di serdana xwe ya ji bo Hewlêrê de, ligel Cîgirê Serokwezîr Qubat Talebanî û Seroka Parlamentoyê Rêwaz Fayiq jî bicive.