Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokomarê Iraqê kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokomarê Iraqê kir û di hevdîtinê de her du aliyan tekezî li ser destpêkirina gotûbêj û danûstandinên ji bo çareserkirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê kirin.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokomarê Iraqê kir û di hevdîtinê de her du aliyan tekezî li ser destpêkirina gotûbêj û danûstandinên ji bo çareserkirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê kirin.
Îro Sêşemê 15ê Mijdara 2022yan, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd kir.
Di civînê de li ser guherîn û pêşhatên herî dawî yên Iraq û navçeyê û girîngiya çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî, bi awayekî bingehîn û li ser bingeha destûrê û di çarçoveya karnameya wezarî ya hikûmeta nû ya federal gotûbêj hat kirin.
Herwiha tekezî li ser wê yekê hat kirin ku şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike bi mebesta destpêkirina gotûbêj û danûstandina derbarê çareserkirina kêşeyan de.
Di beşeke din a civînê de behsa girîngiya parastina asayîş û seqamgîrî û serweriya Iraqê hat kirin.







