Umît Ozdag gefa qedexekirina Kurdistan24ê dixwe

Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag gef li Kurdistan24ê xwar û got ku dema ew bibin desthilat, dê rê nedin Kurdistan24ê li nav Tirkiyê bixebite.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag gef li Kurdistan24ê xwar û got ku dema ew bibin desthilat, dê rê nedin Kurdistan24ê li nav Tirkiyê bixebite.

Umît Ozdag li ser hesabê xwe yê Twitterê gotiye, "di desthilata Partiya Zaferê de, kanalên wek K24ê yên li dijî yekbûna me ya netewî, li Tirkiyê, ne tenê em ê nehêlin weşanê bike, em ê nehêlin bohistek dîmen jî bikşîne û belav bike!".

Serokê Giştî yê Partiya Zaferê bi helwesta xwe ya tund a li hember siyasetên partiya desthilat a AK Partiyê û dijayetîkirina li vekirina deriyê Tirkiyê li ber penaber û koçberên Sûriyê, tê nasîn.