Rûsyayê 100 mûşek arasteyî Ukraynayê kirin

Berdevkê Hêzên Ukraynî Yuriy Ignat ragihandiye, îro Rûsyayê 100 mûşek arasteyî deverên cuda cuda yên Ukraynayê kirine.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hêzên Ukraynî Yuriy Ignat ragihandiye, îro Rûsyayê 100 mûşek arasteyî deverên cuda cuda yên Ukraynayê kirine.

Yuriy Ignat ji televîzyona fermî ya welatê xwe re ragihandiye, îro sêşemê 15ê Mijdara 2022yan, Rûsyayê 100 mûşek arasteyî jêrxanên sereke yên Ukraynayê kirine.

Ignat eşkere kiriye ku di qonaxa niha de Rûsyayê firokeyên bêfirokevan li dijî Ukraynayê bi kar neanîne.

Li gor zanyariyên ajansa nûçeyan a AFPê, êrîşî jêrxanên mirovî yên Ukraynayê hatine kirin, ku ziyan gihandine elektrîk, av, dibistan û avahiyên xizmetê.

Roja 11/11/2022yan Artêşa Rûsyayê ji Khersonê vekişiya û rojek piştî wê, artêşa Ukraynayê kete nav bajêr, beşek ji çavdêrên siyasî, vekişîna Rûsyayê ji wî bajarî, wek şikesta şer bi nav dikin, loma ev êrîşa îro, wek karvedaneke Moskowê tê dîtin.

24ê Sibata 2022yan, bi fermana Serokê Rûsyayê Vladimir Putin êrîşî axa Ukraynayê hat kirin û ji ber şer bi hezaran kes ji serbaz û welatiyan hatin kuştin û bi milyonan welatiyên Ukraynayê awareyî welatên Ewrûpayê bûn, heta niha ev şer berdewam e.