Macron: Îran asayîşa navçeyê têk dide
“Siyaseta tundûtûjiya Îranê ya li navçeyê û rehîngirtina welatiyên biyanî bi ti awayî nayê qebûkirin."
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand, Îran bi vê reftara xwe, asayîşa navçeyê têk dide.
Emmanuel Macron roja Çarşemê 16ê Mijdarê, di civîna G20 de ragihand: “Îranê bi rêya desteserkirina welatiyên Fransî, reftarên gelek tund li hember me girtine ber xwe.”
Macron dibêje: “Siyaseta tundûtûjiya Îranê ya li navçeyê û rehîngirtina welatiyên biyanî bi ti awayî nayê qebûkirin. Îran di rojên borî de tundûtûjiya berfireh li Iraqê kiriye.”
Li Îranê di nava şeş rojên borî yên xwepêşandanan de ku bi kuştina Jîna Emînî dest pêkir û heta niha didome, heft welatiyên Fransî ji aliyê hikûmeta Îranê ve hatin desteserkirin.
Herwiha Îranê çend welatiyên din ên biyanî bi hinceta têkelbûna di xwepêşandanan de, desteser kirine.
Mebesta Macron a bi gotina “tundûtûjiya Îranê ya li Iraqê", êrîşa roja Duşemê ya 14ê Mijdarê ya li dijî baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ya li Koye û Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê ya li Zirgiwêz e, ku di encama wan êrîşan de sê kes şehîd bûn û heşt kes jî birîndar bûn.