Nêçîrvan Barzanî: Em ê bi YNKê re bicivin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, “Emê rûpeleke nû vekin û serdana aliyên siyasî bikin û hewl bidin pirsgirêkan çareser bikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî îro 19ê Mijdara 2022an li nexweşxaneya ku tê de qurbaniyên teqîna Silêmaniyê tên dermankirin, di konferanseke rojnamevanî de bersiva pirseke peyamnêrê K24ê da û ragihand, “Wek di daxuyaniya Komîteya Navendî ya PDKê de hatiye, PDK rûpeleke nû vedike û serdana Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bike, ji bo pirsgirêkan li ser maseya guftûgoyan çareser bikin.”

Derbarê dirêjkirina temenê vê xula Parlamentoya Kurdistanê de, Nêçîrvan Barzanî hêvî xwest ku aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li ser pirsa dirêjkirina temenê Parlamentoya Kurdistanê û lidarxistina hilbijartinan bigihin rêkeftinekê û got: “Divê berjewendiyên Herêma Kurdistanê li ser berjewendiyên hemû aliyan be.”

Herwaha got, ji ber ku dema parlamentoyê salek hatiye dirêjkirin, divê îsal hilbijartin bê kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê ragihand derbarê bûyera teqîna Silêmaniyê de got: “Em hemû xemgîn in û îro serdana birîndarên teqîna Silêmaniyê bikin û her çi pêwîst be, em ê bikin. Her wiha tekez kir jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê lêkolînê li ser bûyerê bike û tedbîrên pêwîst werbigire.