Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistana Sûriyê: Divê kujerên şehîd Hozan bên darizandin

Şehîd Hozan Ebûzêd
Şehîd Hozan Ebûzêd

Navenda Nûçeyan (K24) – Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistana Sûriyê di salvegera Şehîdê rojnamevan Hozan Abûzêd de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistana Sûriyê de hatiye: “Îro salvegera 10emîn a şehîdbûna rojnamevan Hozan Ebûzêd derbas dibe ku di 19-11-2012an de li bajarê Serê Kaniyê ji aliyê komeke çekdar a ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk ve hate şehîdkirin.”

Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistana Sûriyê dibêje: “Rola şehîd Hozan di tevgera ciwanan a Kurdî de diyar bûn û medyakarekî çalak bû, ji ber wê jî gelek kenalan vîdyoyên wî wek çavkaniyeke pêbawer bi kar dianîn.”

Di daxuyaniyê de hat got: “Di ser şehîdbûna hevrêya me Hozan re 10 sal derbas dibin û rewşa medyayê li welatê me her ku diçe xerabtir dibe, hema rojek derbas nabe ku bê ziyan nagihe rojnamevanên ku ne ser bi PYDê ve ne.”

Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistana Sûriyê tekez dike: “Em di Encûmena Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistan-Sûriyê de û di salvegera şehîdbûna Hozan Ebû Zeyd de, soz didin şehîd û gelê xwe yê Kurd ku em ê dilsozê xwîna şehîdên ragihandinê li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bin.”

Her wiha Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistana Sûriyê daxwaz kir ku kujerên şehîd Hozan li dadgehên serbixwe û dadperwerane bên darizandin da ku cezayên xwe werbigrin.