Firokeyên şer ên Tirkiyê Kobanî û Eyn Îsa bombebaran dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyên şer ên Tirkiyê bajarê Kobanê, Eyn Îsa û hin deverên din ên Rojavayê Kurdistanê bombebaran dikin.
Li gor jêderên xwecihî, Firokeyên şer ên Tirkiyê taxa Kaniya Kurdan, daristana Kobanê, riya Cerablusê, gundê Hilincê û derdora Eyn Îsayê bombebaran kirin.
Li gor zanyariyan, firokeyên şer ên Tirkiyê hîn jî li asmanê bajarê Kobanê digerin.
Her wiha firokeyên Tirkiyê, devera Qereçûx a li Dêrikê, Dirbêsiyê, Zirganê, Tel Rifat û navçeyên Herêma Kurdistanê bombebaran kirin.
Peyamnêrê K24ê li Diyarbekirê diyar kir, li Diyarbekirê dengê gelek firokeyên şer hat bihîstin.
Ji aliyê xwe ve, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de diyar kir, wan ji bo parastina sînorê xwe, dest bi operasyonekê bi navê “Pençe – Şûr” li Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê kirine.