Serokwezîrê Herêma Kurdistana pêşwazî li Balyozê Danîmarkê yê nû li Iraqê dike
.jpg)
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Duşemê pêşwazî li Balyozê Danîmarkê yê nû li Iraqê Christian Thorning kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li Balyozê Danîmarkayê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî de jêr xwast û amadebûna Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina pêwendiyên ligel Danîmarkayê nîşan da.
Balyozê Danîmarkê spasiya aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji bo hevkarî û hevahengiya baş a ligel balyozxaneya welatê. Herwiha bal kişand li ser giringiya pêgeha Herêma Kurdistanê li Iraq û navçeyê û daxwaza welatê xwe ji bo pêşxistina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê dubare kir.
Girîngiya parastina asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê û çaksaziyên Kabîneya Nehem, mijarên din ên hevdîtinê bûn.