Amerîka: Divê êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê rawestin
Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê ragihand, êrîşên mûşek û dronan ên Îranê jiyana welatiyên sivîl ên bêtawan dixin metirsiyê û divê rawestin.
Hewlêr (K24) – Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê ragihand, êrîşên mûşek û dronan ên Îranê jiyana welatiyên sivîl ên bêtawan dixin metirsiyê û divê rawestin.
Di daxuyaniyekê de li ser êrîşên dron û mûşekan ên Îranê bo ser çend deverên Herêma Kurdistanê, Konsulxaneya Amerîkayê ragihand: “Şeva borî binpêkirineke din a serweriya Iraqê ji aliyê Îranê ve hat dîtin. Êrîşên mûşek û dronan ên Îranê jiyana welatiyên sivîl ên bêtawan dixin metirsiyê û dibin sedema wêrankirina jêrxana Iraqê, divê ev êrîşên ser Herêma Kurdistanê rawestin.”
Îro Duşemê 21ê Mijdara 2022yan danê sibê Îranê bi rêya dron û mûşekan çend kampên niştecîbûn û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê kirin armanc. Li gor amarên herî dawî, di encama êrîşa Îranê de pêşmergeyekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê yê bi navê Behzad şehîd bû.