Amerîkayê derbarê êrîşa mûşekî ya Dîlokê de daxuyaniyek da

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Enqerê ji bo kesên di êrîşa mûşekî ya navçeya Gilgamêş a Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê de canê xwe ji dest dane daxuyaniyek belav kir.

Navenda Nûçeyan (K24) - Balyozxaneya Amerîkayê ya li Enqerê ji bo kesên di êrîşa mûşekî ya navçeya Gilgamêş a Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê de canê xwe ji dest dane daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya xwe de Balyozxaneya Amerîkayê ya li Enqerê diyar kir: “Wek Nûnerê Dîplomasî ya Amerîkayê ya li Tirkiyê, îro em bi gelê Tirk re ne ku ji ber li Gilgamêşê 3 mirovên bêguneh jiyana xwe ji dest dane, şînê digirin. Em vê tundiyê û êrîşa ku rewa nayê dîtin bi tundî şermezar dikin.”

Îro danê sibê, 5 mûşek li qezaya Gilgamêşê ya ser bi parêzgeha Dîloka Bakurê Kurdistanê ve ketin û di encamê de 3 kes hatin kuştin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiye Suleyman Soylu ragihand, di encama êrîşê de 3 kes hatine kuştin, di nav wan de mamosteyek û zarokek hene. Her wiha 10 kesên din jî birîndar bûn.

Hat zanîn jî, mûşekek li kamyonekê ku di rê de bû ketiye, mûşekên din jî li cih û baxçeyên vala ketin.