Li Diyarbekirê bo 7 rojan qedexe hat ragihandin
Parêzgariya Diyarbekirê ragihand, hemû çalakiyên kombûn, meş, daxuyaniya çapemeniyê, greva birçîbûnê û çalakiyên din ên girseyî, bo 7 rojan hatin qedexekirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgariya Diyarbekirê ragihand, hemû çalakiyên kombûn, meş, daxuyaniya çapemeniyê, greva birçîbûnê û çalakiyên din ên girseyî, bo 7 rojan hatin qedexekirin.
Li gor daxuyaniya Parêzgariya Diyarbekirê, ji roja 21.11.2022yan ji demjimêr 13:00 heta 27.11.2022yan demjimêr 23:59 xulekan, bo 7 rojan hemû cûre çalakiyên wek kombûn, meş, daxuyaniya çapemeniyê, greva birçîbûnê, çalakiya rûniştinê, mîtîng, vekirina stantan, konvedan, belavkirina belavokan li nav sînorê parêzgeha Diyarbekirê hatine qedexekirin.
Li aliyê din, Baroya Diyarbekirê ji bo betalkirina vê biryarê, li dadgehê doz vekir.
Di daxuyaniya Baroya Diyarbekirê de hat ragihandin: “Li hember biryara Parêzgariya Diyarbekirê ku gelek çalakiyên ji nirxên bingeha civaka demokratîk ên di çarçoveya azadiya ramanan de, li seranserê parêzgehê bo heft rojan qedexe kiriye, baroya me, ji bo rawestandina cîbicîkirina vê biryarê, li Dadgeha Îdare ya Diyarbekirê doz vekir.”
Baromuz; D.Bakır Valiliğinin demokratik toplumun temel değerleri arasında olan ifade özgürlüğü çerçevesindeki birçok etkinliğin kent genelinde 7 gün boyunca yapılmasını yasaklayan kararına karşı, D.Bakır İdare Mahkemesinde YD istemli iptal davası açmıştır.https://t.co/KTev5X4tNL pic.twitter.com/VTvQk8Aqji
— Diyarbakır Barosu (@Diyarbakirbaro) November 21, 2022