Li Kerkûkê lehî rabû: 2 zarok xeniqîn
Li gundê Hesare yê ser bi nahiya Şiwan a li parêzgeha Kerkûkê, du zarok di nav lehiyê de xeniqîn.
Kerkûk (K24) – Li gundê Hesare yê ser bi nahiya Şiwan a li parêzgeha Kerkûkê, du zarok di nav lehiyê de xeniqîn.
Peyamnêrê Kurdistan24ê yê li Kerkûkê ragihand, ew herdu zarok ji malbateke Ereb in û malbat ku hejmara wan 14 kes in, çûne baxçeyê xwe û di dema barîna baranê û rabûna lehiyê de du zarok di nav avê de xeniqîne.
Li gor zanyariyên peymanêrê me, yek ji wan zarokan 1 salî ye û yê duyem jî 3 salî ye.
Peyamnêrê me eşkere kir: “Di dema barîna baranê de hemû endamên malbatê ji ber bilindbûna asta avê asê mane, du zarokên wan xeniqîne û ewên din ji aliyê xelkê gund ve hatine rizgarkirin.”
Ev di demekê de ye ku beriya niha Keşnasiyê hişyarî dabû ku ji ber pêla baranê, li hinek deveran egera bilindbûna asta avê û rabûna lehiyê heye.