Li Diyarbekirê çalakî û meş hatin qedexekirin

Parêzgariya Diyarbekirê 24 demjimêr qedexeya hemû çalakiyên meydanî ragihand.

Diyarbekir (K24) - Parêzgariya Diyarbekirê 24 demjimêr qedexeya hemû çalakiyên meydanî ragihand.

Di daxuyaniya parêzgariya Diyarbekirê de hat ragihandin, çalakiyên ji bo piştgiriya PKKê û Abdullah Ocalan dê bên lidarxistin, loma ji bo ewlehiya civakî û peydanebûna provakasyonan, ji demjimêr 00:00 a 11.12.2022’an heta 23:59’an a 11.12.2022’an hemû çalakî hatine qedexekirin.

Saziyên sivîl û partiyên siyasî yên li Diyarbekirê ragihandibûn ku dê ji bo balkişandina êşkence û binpêkirinên mafên mirovî yên li girtîgehan çalakî û meş lidar bixin. Piştî ragihandina wan bernameyan jî parêzgariya Diyarbekirê rojekê hemû çalakiyan qedexe kir.

Saziyên sivîl jî rexne li wê biryarê girtin ku wek kêfî, mafên demokratîk yên civakê tên qedexekirin û biryara ragihandina qedexeyê wek binpêkirina mafên mirovî pênase kirin.

Fly Erbil Advertisment