Fewzî Herîrî: Hikûmeta Herêmê îsbat kiriye ku ev der cihê pêkvejiyanê ye

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî diyar kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê îsbat kiriye ku Herêma Kurdistanê cihê pêkvejiyana hemû pêkhateyan e.

Hewlêr (K24) – Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî diyar kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê îsbat kiriye ku Herêma Kurdistanê cihê pêkvejiyana hemû pêkhateyan e.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li Seroka Hungaryayê Katalin Novak kir û piştî temamkirina bernameya sedana xwe ya Herêma Kurdistanê, bi rêya Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê bi rê ket.

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî ji K24ê re ragihand, serdana Seroka Hungaryayê Katalin Novak gelek girîng bû û got, di civînan de Katalin Novak behsa wê yekê kiriye ku ji ber rewşa navçeyê metirsiyeke wan a mezin hebûye li ser hatina vê derê, lê piştî dîtina Hewlêrê gotiye: “Rewşa vê derê gelek cuda ye û asayîş heye, pêşketinên berçav hatine kirin û pêşketina xizmetguzarî û rêkûpêkiya bernameya pêşwaziyê bi zelalî hest kiriye.

Fewzî Herîrî pesnê stratejiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê da û got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi temamî îsbat kiriye ku ev der cihê pêkvejiyana hemû pêkhateyan e.”