Li Diyarbekirê ji bo rewşa girtiyan daxuyanî hat dayîn

Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Di çarçoveya hefteya mafên mirovan de li Diyarbekirê li ber Girtîgeha Tîpa D ya Diyarbekir ji aliyê saziyên sivîl ve bo balkêşana binpêkirinên mafên mirovan ên girtîgehan de rû didin, daxuyaniyek bo çapemeniyê hat dayîn.

Çalakiyên Hefteya Mafên Mirovan a 10-17ê Berfanbarê li Diyarbekirê didomin. Çalkiyek jî ber deriye Girtîgeha Tîpa D ya Diyarbekir hat li darxistin.

Bi beşdariya Komeleya Mafên Mirovan, Baroya Diyarbekir û gelek saziyên din ên sivîl daxuyaniyek bo çapemeniyê hat dayîn.

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Komeleya Çand û Ziman a Mezopotamyayê Rifat Ronî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat amajekirin ku li Tirkiyeyê hem hejmara girtiyan zêde dibe û hem jî binpêkirinên mafên mirovan di girtîgehan de zêde dibin û kiriyarên keyfî yên rêveberên girtîgehan ên ser girtiyan jî berdewam in.

Herwiha di daxuyaniyê de bal hate kêşan ku gelek girtiyên nexweş ji mafê dermankirinê bêpar in û bi qestî rê li ber dermankirina wan tê girtin û mafê hevdîtinê yên girtiyan tê binpêkirin û gelek girtî jî bi zanebûn bo bajarên ji malbatên wan dûr tên rêkirin.