Li Diyarbekirê derbarê mafên mirovan de belavok hatin belavkirin

Di çarçoveya hefteya mafên mirovan de li Diyarbekirê endamên saziyên sivîl li hev civiyan û belavokên ku ser de maddeyên mafên mirovan hene belav kirin.

Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Di çarçoveya hefteya mafên mirovan de li Diyarbekirê endamên saziyên sivîl li hev civiyan û belavokên ku di ser de maddeyên mafên mirovan hene belav kirin û hat amajekirin armanc ew e ku welatî mafên xwe bizanin.

Li Diyarbekirê di çarçoveya hefteya mafên mirovan de çalakî berdewam in.

Bi vê boneyê, bi pêşengiya Baroya Diyarbekir û Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Diyarbekir û herwiha gelek saziyên sivîl li Qada Şêx Seîd daxuyaniyek hat dayîn û paşê jî endamên saziyên sivîl belavok li Qada Şêx Seîd û Caddeya Xazî li welatiyan belav kirin.

Di belavokan de ku bi zimanên Kurdî û Tirkî hatine amadekirin, mafên welatiyan hatine rêzkirin. Beşdaran amaje kirin ku armanc ji vê çalakiyê ew e ku bila welatî bizanin xwediyên mafên çawan in û dê van mafan çawa bi kar bînin.