Li Mereşê erdhejeke din rû da
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Mereşê erdhejek bi hêza 4 pile li ser pîvera Richterê rû da.
Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) ragihand, i navçeya Ekînozûya Mereşê bi hêza 4.0 erdhejek pêk hat.
AFADê da zanîn, erdhej di demjimêr 07.37an de û kûrahiya 7 kîlometre hat tomarkirin.
Piştî erdhejên 6ê Sibatê yên Mereşê, nêzikê 10 hezar paşlerze li navçeyê rû dane.