Erdhejeke din li Bakurê Kurdistanê rû da

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro demjimêr 05:51 serê sibê erdhejeke din li parêzgehên Mereş û Semsûrê yên Bakurê Kurdistanê rû da.

Li gorî Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê, erdhej di kûrahiya 10 kîlometreyan di navbera her du parêzgehan de bi hêza 5 pile li ser pîvera Richterê rû daye.

Piştî erdheja wêranker a 6ê Sibatê ku Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Sûriye û Tirkiye hejand, rojane li herêmê erdhejên din ên bi pileya kêm çêdibin.

Erdheja roja 6ê Sibatê li başûrê Kurdistanê, Iraq, Misir, Yûnanîstan, Îran û çend welatên din ên herêmê jî hat hîskirin.