Li Meletiyê jî erdhejek bi hêza 5.6 rû da
Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî Semsûrê, îro li Meletiyê jî erdhejeke bi hêza 5.6 pile li ser pîvera Rîchterê rû da û hejmarek avahî hilweşiyan.
Li gor ragihandina Serokatiya Rêvebirina Rewşa Awarte û Karesatan (AFAD), îro danê nîvro demjimêr 12:04ê de li bajarokê Çirmikê yê ser bi Meletiyê ve erdhejek bi pileya 5.6 rû da.
Li gor zanyariyan, hejmarek avahiyên ku di erdhejên berê de zererên mezin dîtibûn, hilweşiyane.
Ev di demekê de ye, îro danê sibê li bajarê Semsûrê jî erdhejek bi pileya 5.0 rû dabû.
Piştî erdhejên 6ê Sibatê yên Mereşê, heta niha zêdetir ji 10 hezar paşlerzeyan rû dane.