AFAD: Li Meletiyê di erdheja îro de 29 avahî hilweşiyan
Serokê AFADê Yunus Sezer ragihand, îro piştî ku li Meletiyê bi hêza 5.6 pile erdhejekê rûda, 32 kes ji bin kavilan hatin rizgarkirin û di 2 avahiyan de xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê AFADê Yunus Sezer ragihand, îro piştî ku li Meletiyê bi hêza 5.6 pile erdhejekê rûda, 32 kes ji bin kavilan hatin rizgarkirin û di 2 avahiyan de xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin. Herwiha eşkere kir ku îro 29 avahî hilweşiyan.
Serokê Serokatiya Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) Yunus Sezer derbarê erdheja îro ya bi hêza 5.6 pile ya li Meletiyê, zanyariyan da û ragihand: “Hejmara avahiyên ku hilweşiyane, 29 e. Mixabin welatiyekî me canê xwe ji dest da û 110 welatiyên me jî birîndar bûn.”
Sezer diyar kir: “Li vê derê bi awayekî sift xebatên me yên lêgerîn û rizgarkirinê didomin. Karmendên me yên lêgerîn û rizgarkirinê ku ji Meletî û bajarên derdorê hatin, tîmeke me ya 657 kesî, xebatên xwe yên lêgerîn û rizgarkirinê didomînin. Niha li 2 avahiyan xebatên rizgarkirinê berdewam in. Ji bin kavilan 32 welatiyên me bi saxî hatin rizgarkirin.”
Herwiha bal kişand ser wê yekê ku li herêmê paşlerze didomin û ji ber vê yekê ji welatiyan daxwaz kir ku ji bo wergirtina kelûpelên xwe, nekevin nav avahiyên ku xisar dîtine.