Li bajarê Meletiyê erdhejeke din rû da
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Meletiyê erdhejeke din rû da, hêza vê erdhejê 4.1 pile li ser pîvera Richterê bû.
Li gor ragihandina Serokatiya Rêvebirina Rewşa Awarte û Karestan (AFAD), îro li bajarokê Çirmigê yê ser bi bajarê Meletiyê erdhejek bi hêza 4.1 rû da.
Hat ragihandin ku erdhej 7 kîlomtre di binê erdê de rû daye û çi ziyanên canî û madî li pişt xwe neanîne.
Duhî danê nîvro jî li heman bajarokî erdhejeke din a bi hêza 5.6 rû dabû û di encamê de 29 avahî rûxiyabûn, kesekî canê xwe ji dest dabû û 110 kes jî birîndar bûbûn.
Piştî erdhejên 6ê Sibata 2023an yên li Mereşê, heta niha zêdetir ji 10 hezar paşlerze rû dane.