Li Mereşê bi hêza 5 pile erdhejekê rûda

Li navçeya Onîkîşubat a Mereşê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 5 pile, erdhejeke nû rûda.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li navçeya Onîkîşubat a Mereşê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 5 pile, erdhejeke nû rûda.

Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand, îro li navçeya Onîkîşubat a Mereşê ya Bakurê Kurdistanê, bi hêza 5 pile erdhej qewimî.

Herwiha diyar kir ku erdhej di demjimêr 05:53 xulekan de û 6,95 kîlometre di bin erdê de rûdaye.

Sibeha roja 6ê Sibata 2023an li navçeyên Pazarcix  û Elbîstanê yên parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn û di encamê de zêdetirî 45 hezar kesan canê xwe ji dest dane.