Sancar: Em ê biryara “diyarkirina namzedê serokatiyê” di ber çavan re derbas bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê HDPê Mîthet Sancar da xuyakirin, beriya hilbijartinê wan biryar dabûn namzetê xwe yê ji bo posta serokomariyê eşkere bikin, lê ji ber karesata erdhejê wan biryar dane helwesta xwe careke din di ber çavan re derbas bikin.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, piştî civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya Awarte civîna çapemeniyê li dar xist.

Sancar got: “Em pêşhatên dawî yên siyaseta Tirkiyeyê dişopînin. Ev yek di avakirina siberoja demokratîk a gelan de jiyanî ye. Bila gumana tu kesî nebe, HDP dê berpirsiyarî tevbigere û ji bo cîbicîkirina daxwazên gelan yên demokrasî, wekhevî, dad, azadî û aştiyê biryar bide. Em ê bi têgihiştina deskeftên heşt û pênc milyon welatiyan tevbigerin û ji bo avakirina firehtirîn tîfaqa demokrasiyê kar bikin.”

Her wiha got: “Ji bo lihevhatina civakî, siyaseta Azad û nirxên mirovahî yên gerdûnî li ser pîvanên demokrasî û mafnasiyê emê rêya xwe ya sêyem mezin bikin. Avakirina sîstema piralî û demokratîk bo dawîkirina krîzên piralî giring e. Piştî erdhejê me biryar daye careke din mijara namzetê hevbeş binirxînin û ev nirxandinên me didomin. Bila tu kes bêhêvî nebe, em li vê derê ne, em ê bi hev re bimeşin.”

 

Fly Erbil Advertisment