Li bajarê Hatayê erd hejiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Hatayê li Kendava Îskenderûnê erdhejeke bihêz rû da û li gelek navçeyên Trkiye, Bakur û Rojavayê Kurdistanê hest pê hate kirin.

Li gor ragihandina Serokatiya Rêvebirina Rewşa Awarte û Karesatan (AFAD) erdhej dernegê şevê 23:49ê de rû daye û hêza erdhejê 4.5 pile li gorî pîvera Rîchterê ye.

Erdheja ku 5.39 kîlometre di bin erdê de pêk hat, li navçeyên derdorê jî hat hîskirin.

Her wiha li Edeneyê Saimbeylî di demjimêr 02.24an de paşlerzeyek bi hêza 3.6an û demjimêr 03.18an de paşlerzeyeke din a bi hêza 3.5an pêk hatin.

Disa di demjimêr 05.16an de li navçeya Samandag a Hatayê erd bi hêza 3.5an hejiya.

Qeymeqamê Îskenderûnê Murat Sefa Demîryürek diyar kir ku piştî erdhejê tîmên wan dest bi lêkolînan kirine û heta niha rewşeke neyînî çênebûye.

Piştî erdhejên 6ê Sibatê yên ku navenda wan Mereş bû, li navçeyê zêdetir ji 12 hezar paşlerze rû dane.

 

Fly Erbil Advertisment