Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina çend mijaran dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 6ê Sibata 2023an bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive.

Li gorî daxuyaniya Fermangeha Medya û Zanyariyan, xala yekem a civînê dê ji bo pêşkêşkirina karên stratejîk ên Wezareta Perwerdeyê were terxankirin.

Di xala duyemîn a civînê de dê projeyasaya (Rûbirûbûna li dijî Sipîkirin û Fînansekirina Terora Federal) bê pêşkêşkirin.

Xala sêyem a civînê dê ji bo vekirina damezrandin û tomarkirina kompaniyên di warê derman û pêdiviyên bijîşkî de be.