Mesrûr Barzanî îro nexweşxaneyeke zarokan li Hewlêrê vekir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro nexweşxaneyeke zarokan li Hewlêrê vekir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 7ê Adara 2023an, Nexweşxaneya Zarokan ya Dr. Subhî Yaqubî  li Hewlêrê vekir.

Ev nexweşxane li gorî standardên navdewletî ye û gelek amûrên bijîşkî yên pêşkeftî û teknolojiyên bijîşkî yên nûjen lê hene.

Vekirina vê nexweşxaneyê di demekê de ye, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro serdana Nexweşxaneya Jinan û Jidayikbûnê ya Fêrkarî ya Hewlêrê kir ku ew yek ji wan cihên ku projeya “Hejmara Min” lê hatiye bicihanîn e.