Seyîd Haşim Haşimî spasiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kir

Li Diyarbekirê ji aliyê siyasetmedarê Kurd Seyîd Haşim Haşimî ve xwarina fitarê bo 5 hezar kesan hat dayîn.

Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê ji aliyê siyasetmedarê Kurd Seyîd Haşim Haşimî ve xwarina fitarê bo 5 hezar kesan hat dayîn. Haşim Haşimî di bernameyê de spasiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kir.

Siyasetmedarê Kurd Seyîd Haşim Haşimî li Diyarbekirê bernameyeke fitarê bo 5 hezar kesan li dar xist. Di bernameyê de Seyîd Haşim Haşimî axaftinek jî kir û di axaftina xwe de bal kişand ser Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî.

Seyîd Haşim Haşimî amaje kir ku Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di pêvajoya erdhejên 6ê Sibatê de alîkariyên berfireh, girîng û hêja gihand bajarên ji erdhejê bandor dîtibûn.

Haşimî anî zimên ku çapemeniya Tirkiyeyê bi awayekî pêwîst cih neda alîkariyên Herêma Kurdistanê û da zanîn “Serokê Xwezayî yê Kurdan Mesûd Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê ji kêliya destpêkê ya erdhejê ve hestiyarî nîşan dane û çi ketibe ser milên wan kirine.”

Herwiha Seyîd Haşim Haşimî diyar kir ku ew spasiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dike ku di rojên zehmet û giran de hemû cûre alîkarî gihandiye mexdûrên erdhejê ku hîn jî alîkariyan didomînin.