Li Colemêrgê 5 kes bi tohmeta alîkarîkirina PKKê hatin binçavkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê pênç kes bi tohmeta alîkarîkirina PKKê hatin binçavkirin.
Di derbarê mijarê de Parêzgariya Colemêrgê daxuyaniyek belav kir û ragihand, li bajarê Colemêrgê di encama operasyoneke hêzên ewlehiyê de pênç kes bi tohmeta alîkarîkirina PKKê hatin binçavkirin.
Li gor daxuyaniyê, di sala 2014ê de li Colemêrgê welatiyek ji aliyê PKKê ve hatiye revandin û pênç bergûman di bûyera revandina wî welatiyî de alîkariya PKKê kirine.