Li Erziromê bi hêza 4.3 pile erdhej rû da

Li navçeya Aşkeleh a ser bi parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi pileya 4.3 rû da.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Aşkeleh a ser bi parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi pileya 4.3 li ser pîvera Richterê rû da.

Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand, li navçeya Aşkeleh a ser bi parêzgeha Erziromê bi hêza 4.3 pile erdhej qewimî.

AFADê diyar kir ku erdhej di demjimêr 14.43 de û 12,52 kîlometre di bin erdê de rû daye.